Cîgeha Quds û Mizgefta Eqsayê di helbest û wêjeyê da
Hunermendên filistînî û ne-filistînî nemzae helbestvanan jî di berhemên xwe da bala xwe dane ser mijara Quds û Mizgefta Eqsayê.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Mijara Quds û Filistînê ji ber cîgeha xwe ya dînî û pênaseyî û li gorî kiryarên ku di çarçova siyasetên Rejîma Siyonîst ji bo cihûkirin û guhertina wê da pêk hatine, bandor li gellek huneran di nav da helbesta erebî jî kiriye.
Di vê raporê da hatiye, Roja Cîhanî ya Qudsê tenê roja şermezarkirina rejîma Îsraîlê ya dagirker nîne; belkî ji bo balkişandina ser her tiştî ji wan helbest, wêje û nîgarekişandinê ye ku têkildarî Quds û Filistînê ye û derxistina dagirkeran û paqijkirina Filistînê ji wan teşwîq dike.
Li gorî vê raporê, Li gorî cîgeha dînî û huwiyetî ya Qudsê û kiryarên ku di çarçova siyasetên rejîma dagirker da û qisûriya ereban ji bo chûkirin û guhertina pênaseya wê ya dîrokî bi cih tên, mijara Qudsê hema bêje di rojeva helbesta hevçerx da bûye û heta serdema me jî hatiye domandin.
Hêjayî gotinê ye, Înîya herî dawî ya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumeynî (RE), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê wek “Roja Cîhanî ya Qudsê” hatiye binavkirin.
Ev roj, roja têkoşîna dijî zilm û sitemê û roja diyarkirina yekitî û hevgirtina misilmanên seranserî cîhanî li hemberî zêdexwaziyên dijminên îslamê ye.