Hunera Neynikkariya îranî dê di asta cîhanê da were tomarkirin
Hefteya bê dê li Hindistanê li ser tomarkirina cîhanî ya dosyeya "Pisporiya neynikkariyê di mîmariya Îranê de" biryar were dayîn.
Roja 9ê Kanûna 2025an komcivîna Mîrata Neşênber a UNESCO'yê li Delhiya Nû dê were lidarxistin û li ser dosyeyên tomarkirina cîhanî biryar were dayîn.
Seroka Navenda Mîrata Neşênber a Rojavaya Asyayê got: Îsal dosyeya "Pisporiya Neynikkariyê di mîmariya Îranê da" bi navê Îranê di rojeva xebata vê civînê da ye û nirxînerê UNESCO'yê jî vê dawiyê tevî serdana Îranê, mînak û nimûneyên wê hnerî dîtine û nirxandina seretayî jî erênî bûye.
Atûsa Mominiyê got: Di vê dosyeyê da pisporiya hunermendên îranî di hunera Neynkkariyê da tê tomarkirin û ev danasîn û pênaseya tomarkirina şûnwar û berheman di dosyeyên mîrata neşênber e ku Xwedîtî di rojeva wê da nîne, belkî pisporî, rêûrism û dab û nerîtên têkidlarî wê tên tomarkirin.
Kevnatiya hunera Neynikkariya îranî vedigerre serdema desthilatdariya Sefewiyan. "Neynikkarî" yan "Awênekarî" cûreyeke xemilandina hundirîn a bînayan bi nosikandina parçeyên biçûk ên neynikan bi teşeyên heometrîk ên cihêwaz e û bi vî rengî atmosfereke ronî tê çêkirin.