Nîsan 12, 2023 16:53 Asia/Tehran
  • Klûbeke fûtbolê ya Rejîma Siyonîst kete ber êrîşa sayberî

Komeke Hekeran malpera fermî ya klûbeke fûtbolê ya Rejîma Siyonîst hek kir.

Li gorî rapora Kanala Kanê ya Rejîma Siyonîst, Koma hekeran a bi navê “Turk Group” êvara Duşemiyê malpera fermî ya Klûba fotbolê ya “Haboel Tel Aviv”ê hek kir.

Li gorî vê raporê, Hekeran naveroka malperê guhertin û hin babetên têkildarî piştevaniya ji Filistîn û Qudsê û dijî Rejîma Siyonîst tê da weşandin.

Wan her wiha peyameke hişyariyê ji bo Rejîma Siyonîst di vê malperê da weşandin.

Komên weke “Gopala Mûsa” û “Black Shadow”ê bi caran zanyariyên hestyar û leşkerî yên Rejîma Siyonîst hek kirine.

 

Serepeyv