Adar 12, 2023 15:36 Asia/Tehran
  • Elî-Borzî: “Danasîna bernameyan û bernameçêkerên serkeftî ji armancên Festîvala Sibeh’ê ne”

Sekreterê Festîvala Medyayî ya ‘Sibeh’ê danasîna bernameyan û bernameçêkerên serkeftî ji armancên vê festîvalê zanî.

Dirûşmeya Festîvala Sibeh’ê “Malbatek, Armancek” e ku bi hewla Beşa Dervesînor a Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê tê lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, “Îbrahîm Elî-Borzî” Sekreterê Festîvala Medyayî ya ‘Sibeh’ê got: “Filistîn û berxwedana xortên wî li hemberî dagirkeriyê pîvera duristiyê di naskirina pêbendiya li rêzikên îslamî û însanî ye û her kesek ku îdiaya berevaniya ji rûmeta însanî û piştevaniya ji nirxên îslamî dike, pêwîst e ku hertim di rêka berevaniya ji gelê Filistînê yê bindest da pêngav rake û her kiryarek ji dêst tê, di vî warî da bike.”

“Elî-Borzî” her wiha got: “Festîvala Medyayî ya Sibeh’ê bi mebesta piştevaniya ji îdeyên berhemanîna bernameyên cihêreng di berevaniya ji gelê Filistînê da, xelata xwe ya taybet bo vê yekê terxan dike.”

Sekreterê Festîvala Medyayî ya ‘Sibeh’ê eşareyî armancên Festîvala Medyayî ya Sibeh’ê kir û got: “Ji armancên vê festîvalê em dikarin balê bikişînin ser nasandina komeke çêkerên bernameyan li Beşa Dervesînor û kanalên wê ku zêde ji 15 kanalên televîzyon û 30 radyoyan digire ber xwe û berhemên fexr û şanaz di warê medyayî da berhem tînin û haya gellek hunermendên hundir û derveyî IRIB’yê jê tineye.”

 

Serepeyv