Mîlanê bi 3 puenan xwe gihand tîma Întêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339803-mîlanê_bi_3_puenan_xwe_gihand_tîma_Întêrê
Tîma fûtbola Mîlanê ji hevrikeke xwe ya bihêz li Serie A’yê bir û xwe gihand hevbajarîya xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2023 11:26 Asia/Tehran
  • Mîlanê bi 3 puenan xwe gihand tîma Întêrê

Tîma fûtbola Mîlanê ji hevrikeke xwe ya bihêz li Serie A’yê bir û xwe gihand hevbajarîya xwe.

Pêşbirkên hefteya 24an a Serie A’ya Îtalyayê şeva derbasbûyî bi lidarxistina sê pêşbirkan hat şopandin ku li ya herî dawî û ya herî giring de Mîlanê li werzîşgeha San Siro’yê, bi encama 2-0 ji Atalantayê bir.

 Di vê pêşbirkê de, ewilî Xuwan Moso, lîstikvanê Atalantayê di xuleka 25an de keleha tîma xwe bi şaştî vekir û çar xulekan beriya kutabûna pêşbirkê jî Cûnyûr Mîsyas gola diduyan bo Mîlanê tomar kir.

 Mîlan bi vê encamê, bû 47 puenî û xwe gihand Întêrê  ku di pila diduyan de bû. Şagirdên Stefano Pioli niha di pileya sisêyan ya xişteyê de mane.

 Di dewama pêşbirkên hefteya 24’an a Serie A’yê de, îşev du pêşbirkên din jî yê bên lidarxistin ku di ya ewilî de Fiorentina yê bibe mêvanê Verona’yê û di ya dudyê de jî Lazio yê bi Sampdoria’yê re bilîze.