Komcivîna Navneteweyî ya “Cîhada Ronkirinê” li Zanîngeha Razî'yê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339538-komcivîna_navneteweyî_ya_cîhada_ronkirinê_li_zanîngeha_razî'yê_dest_pê_bû
Komcivîna Navneteweyî ya “Cîhada Ronkirinê” bi beşdariya mêvanên îranî û derveyî îro (Çarşemî) li Zanîngeha Razî'yê ya Kirmaşanê xebata xwe dest pê kir.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 15, 2023 12:31 Asia/Tehran
  • Komcivîna Navneteweyî ya “Cîhada Ronkirinê” li Zanîngeha Razî'yê dest pê bû

Komcivîna Navneteweyî ya “Cîhada Ronkirinê” bi beşdariya mêvanên îranî û derveyî îro (Çarşemî) li Zanîngeha Razî'yê ya Kirmaşanê xebata xwe dest pê kir.

“Cîhada Ronkirinê” mjarek e ku di gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da bi caran amaje û tekezî li ser hatiye kirin û wî ber û layên wê yên cûr bi cûr şirove kirine.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Hin ramanwer ji welatên Îran, Iraq, Libnan, Misr û Pakistanê beşdarî Komcivîna navneteweyî ya “Cîhada Ronkirinê, Çiyetî, Derfet, Stratejî û Rêkar” bûne.

“Yehya Merûf” Sekreterê zanistî yê Komcivînê, “Nebî Ehmedî” Serokê Zanîngeha Razî'yê ya Kirmaşanê, “Elî Razînî” Endamê Konseya Nûnertiya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li zanîngehên Îranê axêverên beşa yekem a vê komcivînê ne.

Komcivîna Navneteweyî ya “Cîhada Ronkirinê” îro êvarê dê bi dawî bibe.