Sibat 06, 2023 14:05 Asia/Tehran
  •  Li Hindê rêz li xwînerên helbestên Se’dî hat girtin

Sêyemîn Festîvala xwendina helbestên Se’dî ya taybetî medreseyên dînî yên misilmanên Hindê bi danasîn û rêzgirtina li kesên sereke bi dawî hat.

“Muslihuddînê Şîrazî” nasyar bi “Se’dî” helbestvanê îranî yê mezin e ku sala 606an a Koça Heyvî (1210) li Şîrazê (başûrê Îranê) ji dayîk bû.

Se’dî zêde ji 20 sal ji temenê xwe di gerr û geşta cîhanê da derbas kir; wî sala 655an dîwana helbestên xwe bi navê “Bûstan” (Se’dîname) û saleke piştra jî pirtûka xwe ya pexşanê bi navê “Gulistan”, wek pirtûkeke dewlemend di wêjeya farisî da nivîsî.

Se’dî sala 691ê ya Koça Heyvî koça dawî kir. Gora wî li Şîrazê ji mêj va bala cîhangerr û hezkiriyên wî dikişîne.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Di sêyemîn Festîvala xwendina helbestên Se’dî ya taybetî medreseyên dînî yên misilmanên Hindê da sê mamosteyên sereke û pênc xwendevan ku bi awayê herî baş helbestên Se’dî xwendibûn, hatin xelatkirin.

Dora sêyem a Festîvala Xwendina Helbestên Se’dî bi beşdariya rêveber, mamoste û xwendevanên medreseyên dînî yên parêzgehên Dehlî, Racistan, Carkend, Haryana, Otarpradêş û Bîharê li Mala Çandê ya Komara Îslamî ya Îranê li paytexta Hindê hat lidarxistin.

 

 

 

Serepeyv