Hefteya nozdehan a Lalîgayê; Villarreal tevî ku mazûvan bû derda
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339169-hefteya_nozdehan_a_lalîgayê_villarreal_tevî_ku_mazûvan_bû_derda
Di pêşbirkeke hefteya nozdehan a Sûperlîga Futbola Spanyayê da, tîma Villarreal‘ şeva buhurî tevî mazûvanbûnê derda.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 31, 2023 11:38 Asia/Tehran
  • Hefteya nozdehan a Lalîgayê; Villarreal tevî ku mazûvan bû derda

Di pêşbirkeke hefteya nozdehan a Sûperlîga Futbola Spanyayê da, tîma Villarreal‘ şeva buhurî tevî mazûvanbûnê derda.

Di pêşbirka dawîn a hefteya nozdehan a Lalîgayê da, tîma Vîyarealê bi encama 1-0 derda tîma Rayo Vallecano’yê. Gola tîma Rayo Vaykano’yê ji hêla Sergio Camello va di xuleka 70î da hat tomarkirin.

Tîma Rayo Vaykano’yê bi vê serketinê hejmara xalên xwe gîhand 29an û di rêza heftan a xişteya rêzebendiyê da cî girt.

Tîma Barselonayê di rêza yekê, tîma Real Madrîd jî di rêza diduyan a xişteya rêzebendiyê da ye.

Tîmên Real Sosyêdad bi 39 xalan, Atletîko Madrîd bi 34 xalan û Villarreal û Reala Bêtîsê bi 31 xalan di rêzên sê heta şeşan da ne.