Çile 04, 2023 17:31 Asia/Tehran
  •  Wênegirê îranî sê xelat ji festîvala navneteweyî ya wêneyan li Kanadayê wergirtin.

Elî Seqefî wênegirê îranî karî mîdalên zêr û zîv û xelata pere ya Festîvala Wêneyan a ISFA'yê ya Kanadayê di Beşên 'Xweza' û 'Azad a Rengî' da wergire.

Vî wênegir û çalakê medyayî yê parêzgeha Hemedanê amaje bi serkeftina xwe di vê festîvalê da kir û got: Festîvala ISFA'yê li Kanadayê sala 2022an di bin çavdêriya encumenên IAAP, GPU û ISFA'yê da û di çar beşên Xweza, Azad a Rengî, Portre û Makroyê da bi rê va çû.

Elî Seqefî her wiha got: Min di vê festîvalê da karî mîdala zêr di Beşa Xwezayê da û xelata 150 dolarî û mîdala zîv di Beşa Azad a Rengî û sipasiya Desteya Dadweran di Beşa Xwezayê da wergirim.

Seqefî endamê fermî yê Federasyona Navneteweyî ya Hunera Wênegirtinê (FIAP) ye.

 

Serepeyv