Nevîd Muhemedzade Xelata Mêhrigana Fîlman a Eurasia’yê bi dest xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338265-nevîd_muhemedzade_xelata_mêhrigana_fîlman_a_eurasia’yê_bi_dest_xist
Akterekî kurd ê îranî bi saya akterîya di fîlma “Şeb, Daxêlî, Dîwar” da xelata “başterîn akterê mêr” a Mêhrigana Fîlman a Ewrasyayê li Qazaqistanê bi dest xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2022 15:07 Asia/Tehran
  • Nevîd Muhemedzade Xelata Mêhrigana Fîlman a Eurasia’yê bi dest xist

Akterekî kurd ê îranî bi saya akterîya di fîlma “Şeb, Daxêlî, Dîwar” da xelata “başterîn akterê mêr” a Mêhrigana Fîlman a Ewrasyayê li Qazaqistanê bi dest xist.

Dewra Şanzdehan a Mêhrigana Fîlman a Ewrasyayê ji 12 heta 18ê Kanûnê li şarê Almaatîya paytexta Qazaqistanê hat lidarxistin û fîlma “Şeb, Daxêlî, Dîwar” a Wehîd Cellîwend di pişka pêşbirka sereke ya vê mêhriganê da hat nîşandayîn û di dawîyê da Nevîn Muhemedzade bi saya akterîya di vê fîlmê da xelata “baştirîn akterê mêr” bi dest xist.

Fîlma “Şeb, Daxêlî, Dîwar”ê di Dewra Heftê û Nehan a Mêhrigana Vênîzê da jî di pişka pêşbirkê da hatibû nîşandayîn û birêvebirên çend mêhriganên din ji wan Torontoya Kanadayê, Hambûrga Almanê, Bûsana Koreya Başûr û Cenay ya Hindê xwestine ku wê fîlmê nîşan bidin.