Pêşbirkên Karateya qaremaniya Asyayê; 6 mîdalên bronz ji bo Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338220-pêşbirkên_karateya_qaremaniya_asyayê_6_mîdalên_bronz_ji_bo_Îranê
Roja sêyem a Pêşbirkên Karateya qaremaniya Asyayê bi mazûvaniya Uzbekistanê bi lidarxistina pêşbirkên çiqên Kata û Komîteya mezinan bi dawî hat û tîma Îranê 6 mîdalên bronz wergirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 19, 2022 05:02 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Karateya qaremaniya Asyayê; 6 mîdalên bronz ji bo Îranê

Roja sêyem a Pêşbirkên Karateya qaremaniya Asyayê bi mazûvaniya Uzbekistanê bi lidarxistina pêşbirkên çiqên Kata û Komîteya mezinan bi dawî hat û tîma Îranê 6 mîdalên bronz wergirtin.

Ev pêşbirk di hemî rêzên temen da bi mazûvaniya Taşkendê tên lidarxistin.

Di pêşbirkên roja Yekşemiyê da, Sara Behmenyar, Fatime Se'adetî, Mobîna Heyderî û Leyla Borc-Elî di çiqa Komîteya jinan da û Elî Miskînî û Salih Ebazerî di Komîteya mêran da karîn mîdala bronz werbigirin.

Pêşbirkên fînala Komîteya takekesî dê roja Sêşemiyê bên lidarxistin.

Bi vî awayî, heta roja sêyem karatevanên Îranê 6 mîdalên zêr, 6 zîv, 17 bronz û bi giştî 29 mîdal wergirtine.