Kanûn 11, 2022 15:09 Asia/Tehran
  •  120 ketîbeyn bi farisî li Bendladeşê hatine naskirin

Endamê taxima zanistî ya Lêkolîngeha Mîrata Çandî û Geştyariyê ya Îranê qala naskrina 120 ketîbeyên bi farisî li Bengladeşê kir.

Ketîbe (nivîsîna li ser kevir û lewheyan) û Bedewnivîsîn anku Xwenivîsîn di mîmariya Îslamî da xwedî rol in; ji ber ku di qonaxeke fîroka serdema îslamî da, hevrê digel Bedewnivîsînê rewş ji bo diyarbûna xet û hunerên xemilandinê yên cihêreng piştî îslamê tê dabînkirin.

Murteza Rizwanfer Endamê taxima zanistî ya Lêkolîngeha Mîrata Çandî û Geştyariyê ya Îranê got: Di lêkolîna meydanî ya vekolandina ketîbeyên bi farisî li Bengladeşê, nêzikî 120 ketîbe hatin naskirin.

Rizwanfer her wiha got: Hejmareke zehf a ketîbeyên bi farisî hatin dîtin ku hinekên wan wek keşfeke gelekî binirx in û dikarin bibin warê gelek lêkolînên li ser Îrannasînê li Bengladeşê.

Endamê taxima zanistî ya Lêkolîngeha Mîrata Çandî û Geştyariyê ya Îranê her wiha got: Bajarê Dakayê û derdora wê xwedî hejmara herî zêde ya ketîbeyên bi farisî yên ayîdî serdema Gorkaniyan  in û piştî bajarê Dakayê, bajarê Racşahiyê û gundên derdora wê, her wiha bajarê Çîtagong û Rangpûrê yên li peravê, zêdetirîn ketîbeyên farisî di xwe da dihewînin.

Rizwanfer got: Hevrê digel ketîbe û mmariya hevpar, hemareke zehf a sike, belge û deqên destnivîs ên bi farisî  li Bengladeşê hene.

 

Serepeyv