Kanûn 02, 2022 16:31 Asia/Tehran
  • Bo cara yekem jinan hekemtiya pêşbirkeke Kupa Cîhanî ya mêran kir

Bo cara yekem di dîrok da hekemtiya pêşbirka Kosta Rîka û Almanyayê di Koma E'yê ya Kupa Cîhanî ya Fûtbola 2022an li Qeterê bo sê hekemên jin hat spartin.

Di hefteya sêyem a pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Fûtbola 2022an li Qeterê da tîmên Almanya û Kosta Rîkayê şeva çûyî çûn pêşberî hevûdu û di dawîyê da Almanyayê bi encama 4-2 ji hevrika xwe bir.

Xala balkêş di vê pêşbirkê da hekemtiya wê ji aliyê sê hekemên jin va bû.

Stéphanie Frappart, Noza Bek û Karin Diyas sê jin bûn ku pêşbirka êvara Pêncşemiyê hekemtî kir.

Stéphanie Frappart hekema farsî pêştir hekemtiya fînala Kupa Cîhanî ya Fûtbola Jinan kiriye wek hekema li nav meydanê, Noza Beka brezîlî û Karin Diyasa mekzîkî jî wek alîkarên wê hekemtiya pêşbirkê kir.

 

Serepeyv