Bo cara yekem di dîrok da hekemtiya pêşbirka Kosta Rîka û Almanyayê di Koma E'yê ya Kupa Cîhanî ya Fûtbola 2022an li Qeterê bo sê hekemên jin hat spartin.
Tîma neteweyî ya fûtbola Almanyayê tevî ku li hember Kosta Rîkayê bi ser ket, gelek zû bi awayekî tal xatirê xwe ji Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê xwest.
Tîteyê Rahênerê tîma fûtbala Brezîlê dibêje, piştî pişkekişandina Kupa Cîhanî ya Qeterê, tîma wî ku bûye hevkoma Sirbistan, Swîs û Kamêrûnê, ne di koma mirinê ne jî di koma jiyanê da ye.
Tîma neteweyî ya Fûtbala Kanadayê roja Yekşemiyê bi encama 4-0 ji Camayîkayê bir û bi vê serkeftinê bilêta Qeterê ji xwe ra xwedan kir û daawî li 36 salan hesreta dûrbûna ji Kupa Cîhanî anî.