Real Madrîda bêyî derdanê pêşbirka El Clásico'yê bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i337097-real_madrîda_bêyî_derdanê_pêşbirka_el_clásico'yê_bir
Tîma fûtbola Real Madrîdê bi serkeftina 3-1 li hemberî Barselonayê, pêşbirka El Clásico'yê (Êl Klasîko) bir û derbasî rêza yekem a La Lîgayê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2022 05:57 Asia/Tehran
  • Real Madrîda bêyî derdanê pêşbirka El Clásico'yê bir

Tîma fûtbola Real Madrîdê bi serkeftina 3-1 li hemberî Barselonayê, pêşbirka El Clásico'yê (Êl Klasîko) bir û derbasî rêza yekem a La Lîgayê bû.

Tîmên Real Madrîd û Barselonayê di hefteya nehem a pêşbirkên La Lîgaya Spanyayê da li werzîşgeha Santiago Bernabéuyê çûn pêşberî hevdu; Di dawiyê da şagirdên Carlo Ancelotti bi encama 3-1 bi ser ketin û pêşbirka El Clásico'yê birin.

Tîma mazûvan destpêkeke gelekî baş hebû û karî di deqqîqeya 12an da bi gola Kerîm Benzema bi pêş keve. Fûtbolîstê fransî yê Realê topa vegeriyayî ji aliyê Andre Traşgen bi alîkariya Robêrto avêt nav keleha Barselonayê û encam bû 1-1.

Di deweamê da Federico Valverde goleke din avêt û navbir du beranber kir. Hafbekê urugûeyî yê Realê bi şûtekê ji paş devera penaltiyê, gola tîma xwe ya diduyan avêt û bi vî awayî zexta li ser şînhinariyên Barsayê zêdetir bû.

Di dawiyê da, Federico Valverde lîstikvanê Realê yê pirrxebat wek baştirîn lîstikvanê vê pêşbirkê hat bijartin.