Helbestvanên Herêma Cizîrê ya bakûrê Sûriyê bajarên dagirkirî bi bîranîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i337022-helbestvanên_herêma_cizîrê_ya_bakûrê_sûriyê_bajarên_dagirkirî_bi_bîranîn
Bi boneya 3'yemîn salvegera dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, Yekitiya nivîskarên Kurd a Sûriyê û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ji bo ku silavkirina berxwedana gelê Serêkaniyê û Girê Spî şevbuhêrkeke helbestan li baxçeyê Osman Sebrî yê Xwendinê li dar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2022 07:15 Asia/Tehran
  • Helbestvanên Herêma Cizîrê ya bakûrê Sûriyê bajarên dagirkirî bi bîranîn

Bi boneya 3'yemîn salvegera dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, Yekitiya nivîskarên Kurd a Sûriyê û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ji bo ku silavkirina berxwedana gelê Serêkaniyê û Girê Spî şevbuhêrkeke helbestan li baxçeyê Osman Sebrî yê Xwendinê li dar xist.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), "Bi boneya 3'yemîn salvegera dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, Yekitiya nivîskarên Kurd a Sûriyê û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ji bo ku silavkirina berxwedana gelê Serêkaniyê û Girê Spî û goriyên berxwedanê bi bîr bînin, şevbuhêrkeke helbestan li baxçeyê Osman Sebrî yê Xwendinê li dar xist."

Hawar Newsê her wiha nivîssiye: "Bi dehan kesayetên bi nav û deng mîna Elî Murad, Anahîta Sîno, Cemîl Dahir, Mustefa Sîno, Ebud Mexso û hunermend Kawa Kalê, di heman demê de şêniyên bajarê Qamişloyê amade bûn."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Telal Şêx qala dagirkeriya li ser herêma Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û wiha got: “Her çiqasî dijminê dagirker qurmên darên zeytunên me li herêm Efrînê ji kokê de qut bike, di heman demê de bajarên me yên dagirkirî ku mîna Serêkaniyê û Girê Spî tu caran ji dilê me dernakevin. Wê hertim di dilê me de bijîn. Bi kêliyan û demjimêran Serêkaniyê û Girê Spî di bîra me de ne. Çawa ku îro em li vir kom bûne weke helbestvan û nivîskarên Yekitiya Rewşenbîran, wê rojekê were em ê li bajarê Serêkaniyê jî kombûnên xwe yên rengîn çêbikin.”

 Piştre helbestvanan helbestên xwe li ser berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî bi mêvanan re parve kirin.