Cotmeh 10, 2022 15:41 Asia/Tehran
  • Kurtefîlma îranî bû berendama Baştirîn Fîlma Festîvala Entakiyeyê

Fîlma pêkenî ya "Kêr, Şokolat" berhema nivîskar û derhêner Hûşmend Wer'î bû berendama  Baştirîn Kurtefîlma Experimental a dora dehem a Festîvala Navneteweyî ya Entakiyeya Tirkiyê.

Dora dehem a Festîvala Navneteweyî ya Entakiyeya Tirkiyê ji 14 heta 20ê Cotmeha 2022an tê lidarxistin û kurtefîlma Hûşmend Wer'î derhênerê îranî di qonaxa fînalê da dê digel fîlmên nûnerên Fransa, Çîn û Otrîşê bikeve rikeberiyê.

"Kêr, Şokolat" sêyemîn ezmûna çêkirina kurtefîlman a Hûşmend Wer'î bi qasî 16 deqîqeyan e. Wî pêştir kurtefîlmên "Bafirok dawînpakiyê nas nakin" û "Fîtikandina li bin avê" çê kirine.

"Kêr, Şokolat" berhema sala 2022an û kurtefîlmek e li dijî cihêkariya cinsiyetî ku hilweşiyan û bidawîhatina malbateke bêpîvan û neguncav şirove dike.

Hûşmend Wer'î pêştir di beşa pêşbirkê ya çend festîvalên navneteweyî da ji wan Mîlana Îtalyayê, Saint Petersburg'a Rûsiyê, Belgrada Sirbistanê, Zorîxa Swêsê, Stenbola Tirkiyê, Nayrobiya Kenyayê û Mombaya Hindistanê beşdar bûye.
 

Serepeyv