Mêrdîn, navenda firotina cil û bergên xwecihî bo derveyê welêt
Cotmeh 10, 2022 09:36 Asia/Tehran
Terzî û karsazekî mêrdînî bi damezirandina terzîtiyeke mezin, fîstan û kirasên jin û keçan ên kurdî, erebî û siryanî bo çend welatên cîhanê dişîne.
Li gorî rapora Rojnameya Kerar'ê, Mehmet Demîr ku ev 35 sal in wek terziyekî nasyar li bazara Mêrdînê ya kevn dixebite, ji du sal beriya niha va, hevrê digel çend jin û keçên hunermend, berhemanîna cil û bergên jinan bi qumaş û dîzaynên taybet geş kir.
Her roj 150 set ji cil û bergên xwecihî ji aliyê 25 makîneyên terzîtiyê va li terzîtiya mamoste Mehmet Demîr tên dirûtin û bo navçeyên cûr bi cûr ên Tirkiyê tên şandin.
Her wiha beşeke girîng a berhemanîna vê terzîtiyê bo welatên Brezîl, Fransa, Almanya, Holend û Swêdê tên şandin.