Lîstikvanê îranî wek baştirîn lîstikvanê Festîvala Fîlman a Antalyayê hat bijartin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i336962-lîstikvanê_îranî_wek_baştirîn_lîstikvanê_festîvala_fîlman_a_antalyayê_hat_bijartin
Dora pêncî û nehem a Festîvala Fîlman a Antalyayê xelata xwe ya 'Baştirîn Lîstikvan' di beşa mêran da, raberî 'Pijman Cemşîdî' lîstikvanê îranî di fîlma Mêrg'ê (Elefzar) da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2022 05:01 Asia/Tehran
  • Lîstikvanê îranî wek baştirîn lîstikvanê Festîvala Fîlman a Antalyayê hat bijartin

Dora pêncî û nehem a Festîvala Fîlman a Antalyayê xelata xwe ya 'Baştirîn Lîstikvan' di beşa mêran da, raberî 'Pijman Cemşîdî' lîstikvanê îranî di fîlma Mêrg'ê (Elefzar) da kir.

Dora pêncî û nehem a Festîvala Fîlman a Antalyayê li Tirkiyê dawî li karên xwe anî û fîlma Mêrg'ê (Elefzar) ya çêkirî ji aliyê Kazim Danişî ku wek nûnera sînemaya Îranê di beşa Pêşbirka Navneteweyî da beşdarî vê rûdana sînemayî bûbû, karî xelata Baştirîn Lîstikvan ji bo Pijman Cemşîdî bi dest bixe.

Elefzar yekem fîlma Kazim Danişî bi derhêneriya Behram Radan e û balê dikişîne ser mijareye hestyar a civakî. Pijman Cemşîdî lîstikvanê sereke di vê fîlmê da ye û wek Lêpirsek rola xwe dilîze.

Sara Behramî, Sitare Pisyanî, Terlan Perwane, Mayîdde Tehmasibî, Mehdî Zemîn Perdaz û Sedef Spehbodî ji lîstikvanên din ên vê fîlmê ne.

Festîvala Fîlman a Antalyayê ji 1 heta 8ê Cotmeha 2022an hat lidarxistin.