Pêşbirkên Guleştê yên Cîhanî; Mîrzazade mîdala zîv wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i336476-pêşbirkên_guleştê_yên_cîhanî_mîrzazade_mîdala_zîv_wergirt
Emîr Mîrzazade guleştgirê ferengî yê îranî di giraniya 130 kg da, derda guleştgirê tirkiyeyî û mîdala zîv wergirt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2022 06:36 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Guleştê yên Cîhanî; Mîrzazade mîdala zîv wergirt

Emîr Mîrzazade guleştgirê ferengî yê îranî di giraniya 130 kg da, derda guleştgirê tirkiyeyî û mîdala zîv wergirt.

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên rêzebendî û fînalê yên 2 giraniyên 60 û 130 kg di pêşbirkên guleşta ferengî yên cîhanîda êvara Sêşemiyê li gorî dema Îranê li salûna Ştark Arnayê ya bajarê Bêlgrada Sirbistanê hatin lidarxistin.

Emîn Mîrzazade guleştgirê îranî yê desteya 130 kg çû pêşberî Reza Kayalp, guleştgirê binavûdeng ê tirkiyeyî yê xwediyê 2 bronz, zîvek û 4 zêrên Olempîkê, 2 zîv û 2 bronzên cîhanê û 10 mîdalên zêrê yên Ewropayê) û derda wî.

Tîma Îranê pêştir zîvek ji aliyê Muhemedreza Gerayî û bronzek ji aliyê Muhemedhadî Sarevî va wergirtibû.