Îlon 09, 2022 11:39 Asia/Tehran
  • Di Keleha Ayanîsê ya li kêleka Gola Wanê da lewheyeke ayîdî Urartuyan hat dîtin

Di Keleha Ayanîsê ku Urartuyan li kêleka Gola Wanê çê kiriye da xebatên vedanê dewam dikin. Di xebatan da odeyek hat derxistin û di odeyê da lewheyeke bronz hat dîtin. Li gor nirxandinê malbata qral ev lewhe wekî xemla dîwar bi kar aniye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Keleha ku dîroka wê heta 2 hezar û 700 sal berê diçe, li Tuşbaya navçeya Wanê ye. Keleh bi xemla xwe, dîwarên xwe yên kerpîç û neqişandina kevirên xwe va ji avahiyên herî bi îhtişam ên Qraltiya Urartuyan e. 34 sal in di kelehê da xebatên vedan û restorasyonê dewam dikin.

Bi serokatiya Prof. Dr. Mehmet Işiklî, Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Ataturkê vedan li aliyê bakur va di palê da tê kirin û vê dawiyê 4 odeyên nû derketin holê.

Di odeyên nû da lewheyeke bronz hat dîtin. Malbata Qraltiyê ev lewhe wekî xeml bi dîwar û deriyan va darda kiriye. Dema ku lewhe hat derxistin, tiştek pê nehatibû. Arkeolog wê di laboratuvarê da eserê analîz bikin.

Prof Dr. Işikli got ku ew dixwazin hemû avahiyên ku bi Perestgeha Haldiyê ra têkildar in, derxin holê.

 

Serepeyv