Qamişloya bakûrê rojhilatê Sûriyê: Duyemîn Festîvala Mardosoyê bi dawî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i336285-qamişloya_bakûrê_rojhilatê_sûriyê_duyemîn_festîvala_mardosoyê_bi_dawî_bû
Festîvala 2`yenîn a Mardosoyê ya Çand û Hunera Suryan li Qamişloyê bi xelatkirina beşdaran ji aliyê rêveberiya Komeleya Suryan ve bi dawî bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2022 07:34 Asia/Tehran
  • Qamişloya bakûrê rojhilatê Sûriyê: Duyemîn Festîvala Mardosoyê bi dawî bû

Festîvala 2`yenîn a Mardosoyê ya Çand û Hunera Suryan li Qamişloyê bi xelatkirina beşdaran ji aliyê rêveberiya Komeleya Suryan ve bi dawî bû.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawar Newsê (ANHA), Festîvala 2`yenîn a Mardosoyê ya Çand û Hunera Suryan di 3`yê Îlonê de li Hesekeyê dest pê kir. Roja yekemîn li Hesekeyê bû û roja duyemîn û sêyemîn li hola Aştî ya li Qamişloyê li dar ket.

Di roja dawîn a festîvalê de, Koma Koral a Neûm Fayiq, Koma Yersûsa ya Suryan, Koma Yarmaya berhemên xwe yên hunerî pêşan dan. Li rex wê jî nivîskar û helbestvanê suryan û cîgirê Desteya Çand û Hunerê Hena Hena hat bibîranîn.

Her wiha Rêveberiya Çandê ya Suryan a Sûriyê, beşdarên festîvalê xelat kirin di nav de Kanala Telefizyonê ya Ronahî ku festival şopand.