La Lîgaya Spanyayê; Valenciayê Getafe têk da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i336259-la_lîgaya_spanyayê_valenciayê_getafe_têk_da
Hefteya çarem a La Lîgaya Spanyayê bi serkeftina bihêz a Şeverûtan li hemberî hevrika xwe ya madrîdî hat şopandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2022 04:23 Asia/Tehran
  • La Lîgaya Spanyayê; Valenciayê Getafe têk da

Hefteya çarem a La Lîgaya Spanyayê bi serkeftina bihêz a Şeverûtan li hemberî hevrika xwe ya madrîdî hat şopandin.

Di dawiya pêşbirka şeva sêyem a hefteya çarem a La Lîgaya Spanyayê, tîma Valenciaayê mêvanê xwe anku tîma Getafeyê bi encama 5-1 têk da û bi wergirtina duyemîn serkeftina xwe di vê demsalê da, rewşa li cedwela rêzebendiyê baştir kir.

Getafeyê bi vê encamê hejmara puenên xwe gihande 6 û derbasî rêza dehem a cedwela La Lîgayayê bû. Tîma Real Madrîd di vê rêzebendiyê da bi 12 puenan di serê da ye û Barselona û Villarreala 10 puenî jî bi rêzê duyem û sêyem in.

Di pêşbirka herî dawî ya hefteya çarem a La Lîgayê îşev dê Valladolid mazûvana Almeríayê be.