Pêşbirkên Şampiyoniya Voleybolê ya Cîhanê / Îran 3 - Arjantîn 2
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i336122-pêşbirkên_Şampiyoniya_voleybolê_ya_cîhanê_Îran_3_arjantîn_2
Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê li lîstika xwe ya yekem a pêşbirkên şampiyoniya cîhanê bi encama 3-2 ji Arjantînê bir û pêşbaziyên xwe bi serketinê dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2022 05:40 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Şampiyoniya Voleybolê ya Cîhanê / Îran 3 - Arjantîn 2

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê li lîstika xwe ya yekem a pêşbirkên şampiyoniya cîhanê bi encama 3-2 ji Arjantînê bir û pêşbaziyên xwe bi serketinê dest pê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê êvariya şemiyê li pêşbirka yekem a pêşbirkên qaremaniya cîhanî ku bi mazûvaniya Slovenya û Polonya tê lidarxistin, li hemberî Arjantînê lîst û ev duyemîn pêşbirka du tîman li heftiya derbasbûyî bû.

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê li pêşbirkên Kupaya Wagnerê ya heftiya borî bi encama 3-2 Arjantînê têk bir.

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê li duyemîn pêşbirka xwe di pêşbirkên şampiyoniya cîhanê de roja duşemiyê saet 20:00`an bi Misirê re tê hemberî hev.