Şampiyoniya tîma futbolê ya ciwanên Îranê li pêşbirkên KAFAyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i335834-Şampiyoniya_tîma_futbolê_ya_ciwanên_Îranê_li_pêşbirkên_kafayê
Tîma futbola ciwanên Îranê li pêşbirkên Kafayê şampiyoniya vê Tûrnûvayê bi dest xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 13, 2022 06:36 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya tîma futbolê ya ciwanên Îranê li pêşbirkên KAFAyê

Tîma futbola ciwanên Îranê li pêşbirkên Kafayê şampiyoniya vê Tûrnûvayê bi dest xist.

Tîma xortan a Îranê piştî bi destxistina du wekhevî û serketinekê, li çarem û dawîn pêşbirka xwe ya pêşbirkên şampiyoniya Asiyaya Navîn a “CAFFA” ku li Tacîkistanê birêve çû, bi encama 4-0 ji mazûvaniya xwe bir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma xortan a Îranê, li pêşbirkên şampiyoniya Asiyaya Navîn a “CAFFA” bêyî têkçûnê û tûrnûva ji Uzbekistan û Tacîkistanê bi 12 golan, bilindtir bi dawî kir.

Tîma xortan a Îranê bi bidestxistina 8 pûanan ji 4 lîstikan, şampiyoniya pêşbirkên Asiyaya Navîn a “CAFFA”ê bi dest xist.

Îran, Uzbekistan, Tacîkistan, Qirqîzistan û Efxanistan welatên beşdarê Şampiyoniya Asyaya Navîn "CAFFA" bûn.