Tîrmeh 09, 2022 15:23 Asia/Tehran
  • Amerîka vîzeyê neda endamên tîma neteweyî ya Tîr û Kevanê ya Îranê

Piştî astengiyên ji aliyê rayedarên Amerîkayê li hemberî werzişkarên îranî û nedana vîzeyê ji bo endamên tîma neteweyî ya Tîr û Kevanê ya Îranê, ev tîma Îranî nekarî beşdarî “World Games” (Lîstikên Cîhanî) bibe.

Tenê 3 roj piştî nedana vîzeya Amerîkayê ji bo endamên tîma neteweyî ya karateya Îranê, nûçeya nedana vîzeyê ji bo endamên Federasyona Tîr û Kevana Îranê jî hat weşandin.

Li gorî rapora Federasyona Tîr û Kevana Îranê, Federasyona Cîhanî ya Tîr û Kêvanê, du kotayên neguhêrbar dabû Îranê ji bo beşdariya di “World Games” de û bi vexwendina Federasyona Cîhanî, diviyabû "Gîsa Baybordî" û "Remazan Biyabanî" beşdarî van lîstikan bibin. di van lîstokan de, bi sedema berbendî û astengiyên Amerîkiyan vîze nehate dayîn û di pratîkê de derfeta beşdarbûna nûnerên Îranê di van lîstikan de nema.

Di vê rewşê de ye ku hemû tedbîrên ji bo wergirtina vîzeyê ji aliyê Federasyona Tîr û Kevanê ya Îranê ve hatine kirin û kevandarên Îranî dema çûne balyozxana Amerîkayê ya li Ermenîstanê li benda dayîna vîzeyê bûn.

Amerîkiyan sala derbasbûyî jî vîze neda “Elîreza Debîr” serokê Federasyona Guleşta Îranê û endamên tîma guleştê.

Serepeyv