Voleybola keçên Asyayî; Serketina Îranê li hember Qazaxistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i335047-voleybola_keçên_asyayî_serketina_Îranê_li_hember_qazaxistanê
Tîma voleybolê ya ciwanên keç ên Îranê li pêşbirkên qehremaniya Asyayê bi têkbirina tîma Qezaqistanê, yekem serketina xwe bi dest xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2022 06:57 Asia/Tehran
  • Voleybola keçên Asyayî; Serketina Îranê li hember Qazaxistanê

Tîma voleybolê ya ciwanên keç ên Îranê li pêşbirkên qehremaniya Asyayê bi têkbirina tîma Qezaqistanê, yekem serketina xwe bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma neteweyî ya voleybolê ya jinên Îranê piştî nîvroya sêşemiyê ji saet 16:30`ê li duwemîn pêşbirka xwe ya dewra komê ya pêşbirkên şampiyoniya Asyayê li hemberî Qezaqistanê lîst û bi îqtîdar û bi encama 3-0 ev tîma têk bir.

Tîma neteweyî ya Îranê di seta yekem de bi encama 25-20 bi ser ket. Tîma Îranê di setên duyem û sêyem de bi 25-19 û 25-21 bi ser ket û di dawiyê de 3-0 bû serketiyê vê pêşbirkê.

Pêr (Duşem) tîma Îranê li hember tîma Taylandê bi encama 3-0 têk çû û bi şikesta mêhvan Qezaqistanê yekem serkeftina xwe di vê pêşbirkê de bi dest xist.

Tîma neteweyî ya voleybolê ya jinan îro Çarşemê bêhna xwe vedide û roja şemiyê di maça dawî ya qonaxa komê de dê bi Koreya Başûr re rûbirû bimîne.