Mihemed Elî Clay: Sembola têkoşîna dijî nijadperestî û cudakariyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i334365-mihemed_elî_clay_sembola_têkoşîna_dijî_nijadperestî_û_cudakariyê
Boksor û aktivîstê bi nav û deng Mihemed Eliyê ku di alema sporê da wekî "mezinê her demê" tê bibîranîn, emrê xwe di têkoşîna dijî nijadperestî û cudakariyê da derbas kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 04, 2022 10:56 Asia/Tehran
  • Mihemed Elî Clay: Sembola têkoşîna dijî nijadperestî û cudakariyê

Boksor û aktivîstê bi nav û deng Mihemed Eliyê ku di alema sporê da wekî "mezinê her demê" tê bibîranîn, emrê xwe di têkoşîna dijî nijadperestî û cudakariyê da derbas kiriye.

Mihemed Eliyê navê wî yê beriya ku Îslamê nas bike Cassîus Marcellus Clay Jr. bû di 17ê Çileya Paşîn a 1942yan da li Louîsvîlleya bajarê Kentuckya eylaeta Amerîkayê hat dinyayê.

Elî di sala 1954an da wekî amator di 100 pêşbirkan da leyîst û jê 95 pêşbirk qezenc kir.

Di 1964an da hê 22 salî bû Sonny Lîston têk bir û Şampiyoniya Boksa Giran a Dinyayê qezenc kir.

Ji ber ku di 1966an da neçû Şerê Vîetnamê, der heqê Mihemed Elî da doz hat vekirin, 3 sal û nîvan ji boksê dûr ket.

Mihemed Eliyê nexweşiya parkînsonê pê ra hebû û ji bo vê tedawî dibû herî dawîn ji ber nexweşiya bêhnçikînê li nexweşxaneyeke li Phoenîxa bajarê Arîzonayê tedawî dibû.

Elî di 3yê Hezîrana 2016an da wefat kir.