May 24, 2022 12:17 Asia/Tehran
  •  Şanoya bi navê 'Serbaz' wê du rojan li Îzmîrê be

Lîstika Yenîsahneya Batmanê a bi navê "Serbaz" di çarçoveya tûrneya xwe de vê carê diçe Îzmîrê. Lîstik 28 û 29'ê gulanê li Îzmîrê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Kemeraltiyê dê bê lîstin.

Li gorî nûçeya malpera Diyaname'yê, Lîstika "Serbaz" ku ji aliyê Hrîsto Boyçev ve hatiye nivîsandin Yakup Selîmoglu ew wergerandiye kurdî û derhêneriya wê jî kiriye.

Lîstik li cihekî ku şer dewam dike û ne diyar e ku der e derbas dibe. Li wir ne “derman, ne nivîn, ne çarşef û ne jî xwarin û vexwarin hene. Bûyer li manastireke kevin û xirabe ya ku kirine klînîka psîkatriyê derbas dibe.

Şeş dînên bê zimar ku ji bo nequfilin bi hev re li heman odeyê dîmînin û Dixtorekî qasî wan cuda li odeyê heye.

Di vê çîrokê de teşamevan dibînin ku mirovên “normal” biaqil, ji gel û çandên cur bi cur yên ku li Balkanan dijîn nikaribûn jiyaneke hevpar pêk bianiyana lê ev dîn hewld didin ku vê jiyanê pêk bînin. Çîroka "Serbaz" çiqas paranoyek û xeyalek be jî ew qasî jî trajîkomîk û gelekî balkêş e.

Lîstika Serbaz heta niha ji bilî Batmanê li hin bajarên din jî hat lîstin û niha jî li Îzmîrê derdikeve ser dikê.

Ev in hin hûrgiliyên vê lîstikê:

KUNYE:

SERBAZ

Tekst: Hristo Boyçev

Werger û Derhêner: Yakup SELÎMOGLU

LÎSTİKVAN:  Erdal KAYA, Gulistan ŞAHÎN, Kenan DEMÎR, Mehmet SEVÎLGEN, Mennan ONCU, Murat KURHAN, Serdar BÎÇÎMLÎ, Yakup SELÎMOGLU

RONAHÎ / MUZÎK: Gokhan Ozdemîr

DEQOR / CIL Û BERG: Ayşe BULUT, Mehmet Sevilgen

REJÎ; Yenisahne

SÊWIRA AFÎŞÊ: Rênas KAYA

VIDEO: Erhan KARAHAN

BERPIRSÊ SEHNEYÊ: Mujdat ZENGÎN

Mafe: Perdeyek, 70 dq

Ziman: Kurdî

Dîrok: 28 - 29 Gulan 2022

Cih: Kemeralti Nazim Hikmet Kultur Merkezi

Anafartalar Cad. No: 20 OS-KA Pasaji Konak - Îzmîr


 

Serepeyv