La Lîga: Real Madrîd li derbiya Madrîdê têk çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i333831-la_lîga_real_madrîd_li_derbiya_madrîdê_têk_çû
Tîma fûtbala Atletîko Madrîdê ji Real Madrîdê bir û nêzikî wergirtina pişk û para Lîga Qaremanan a Ewropayê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2022 03:54 Asia/Tehran
  • La Lîga: Real Madrîd li derbiya Madrîdê têk çû

Tîma fûtbala Atletîko Madrîdê ji Real Madrîdê bir û nêzikî wergirtina pişk û para Lîga Qaremanan a Ewropayê bû.

Di pêşbirka herî dawî ya hefteya 35an a La Lîgayê, Atletîko Madrîdê (Atlético de Madrid) karî mêvan û hevrika xwe Real Madrîdê bi takegula deqîqeya 40î ya Yanîk Karako û bi encama 1-0 têk bide.

 

Berovajiya Real Madrîdê ku ji ber qaremaniya xwe ya zûdem, encama pêşbirkê zêde jê ra girîng nebû, Atlético de Madrid ji bo tesbîtkirina cîgeha xwe di koma 4 tîmên serê rêzebendiyê, hewcetiya tekûz bi 3 puenên vê pêşbirkê hebû.

Beriya vê pêşbirkê, du pêşbirkên din jî pêk hatin ku di ya herî girîng da Villa Realê li mala xwe encama 1-1 li hemberî Sevilla'yê (Sêviya) bi dest xist.

Her wiha pêşbirka Spaniyol û Osasûnayê bi encama 1-1 bib dawî bû.