Pûmsevanên îranî heft mîdal di pêşbirkên cîhanî da wergirtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i333390-pûmsevanên_îranî_heft_mîdal_di_pêşbirkên_cîhanî_da_wergirtin
Werzîşkarên Îranê di Pêşbirkên cîhanî yên Pûmseyê (cihanîna form a Tekvandoyê) da heft mîdalên zêr û zîv wergirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2022 04:43 Asia/Tehran
  • Pûmsevanên îranî heft mîdal di pêşbirkên cîhanî da wergirtin

Werzîşkarên Îranê di Pêşbirkên cîhanî yên Pûmseyê (cihanîna form a Tekvandoyê) da heft mîdalên zêr û zîv wergirtin.

Pûmseya Tekvandoyê (POOMSAE) form an nimûneyeke tevgerên berevanî û êrîşkirinê û ji aliyên herî girîng ên fêrkirina hunerên şerkirinê ye.

Pêşbirkên cîhanî yên Pûmseyê ji 21 heta 24ê Ferwerdînê bi awayê mecazî hatin lidarxistin û hekemên navneteweyî piştî dadweriya fîlmên şandî, encam ragihandin.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê, pûmsevanên jin û mêr ên Îranê di qonaxa dawiyê ya pêşbirkên online ên Pûmseyê da mîdaleke zîv û şeş zêr wergirtin.

Atûsa Ferehmend, Muhemedemîn Gumariyan, Zeyneb Tuxyanî, Elî Nad-Elî, Meryem Bêhzad, Mirteza Stekî, Sekîne Hoşengî werzîşkarên ku mîdal wergirtine ne.