La Lîgaya Spanyayê: Real Madrîdê ji Sêviyayê bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i333350-la_lîgaya_spanyayê_real_madrîdê_ji_sêviyayê_bir
Pêşbirka herî girîng a hefteya 32an a La Lîgaya Spanyayê bi serkeftina Real Madrîdê li hemberî Sevilla'yê (Sêviya) û nêzikbûna şagirdên Karlo Ançêlûtî li qaremaniya La Lîgayê bi dawî bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2022 11:50 Asia/Tehran
  • La Lîgaya Spanyayê: Real Madrîdê ji Sêviyayê bir

Pêşbirka herî girîng a hefteya 32an a La Lîgaya Spanyayê bi serkeftina Real Madrîdê li hemberî Sevilla'yê (Sêviya) û nêzikbûna şagirdên Karlo Ançêlûtî li qaremaniya La Lîgayê bi dawî bû.

Di dewama pêşbirkên hefteya 32an a La Lîgaya Spanyayê da, şeva çûyî Real Madrîd di serê rêzebendiyê da bû mêvanê tîma rêza sêyem anku Sêviyayê û karî bi enccama 3-2 mazûvana xwe têk bide.

Real Madrîdê bi vê serkeftinê, bîst û sêyemîn serkeftina xwe ya li La Lîgaya îsal biu dest xist û hejmara puenên xwe gihande 75an.

Piştî Real Madrîd û Barselonayê, tîmên Sêviya û Etlêtîko Madrîdê her bi 60 puenî di rêzên sêyem û çarem da ne.