Nîsan 18, 2022 13:18 Asia/Tehran
  •  Lîga 3’yemîn a TFF’ê: Batman Petrol Spor bû qareman

Duh pêşbirka Batman Petrol Spor û Hendekê hebû. Batmanê bi 2-1 tîma Hendekê têk bir û berî lîg bi dawî bibe bû qareman.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Tîma fûtbolê ya Batman Petrol Sporê di Lîga 3’yemîn a TFF’ê de dilîze. Di Lîga 3’yemîn de 3 kom hene û Batman Petrol di Koma 1’emîn de bû. Di vê komê de 18 tîm hene. Û duh pêşbirkên hefteya 31’emîn hatin lîstin. Di van pêşbirkan de Batman Petrolê li werzîşgeha Batman Yenîşehîrê tîma Hendek Sporê kir mêvan.

Batman Petrol bi kelevan Cihan Şenturk, Abdulsamet Kirim, Erdi Bakirci, Okan Toprak, Ali Kemal Başaran, Aykut Çift, Hasan Çavdar, Akin Akman, Emre Pehlivan, Samet Aydin û Îlyas Ural dest bi pêşbirkê kir.  Tîma mêvan Hendek Spor di deqîxeya 9’an de bi gola Yavuz Alemdar 1-0 derket pêş. Dûre Batmanê di deqîxeya 28’an de bi Aykut Çift bersiv da û nîveka yekemîn 1-1 bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Akin Akman di deqîxeya 67’an de gola Batman Petrol Spor'ê avêt û qaremanî qeyd kir.

Bi vê encamê di dawiya hefteya 31’ê de Batman Petrol Spor bi 68 pûanan di rêza yekemîn de ye. Tîma  Belediye Kutahya Spor'ê jî bi 57 pûan di rêza duyemîn de ye. Berî lîg bi dawî bibe bi 3 hefteyan Batman Petrol Sporê qaremaniya xwe ragihand.

Ev bû 26 sal Batman Petrol Spor negihîştibû encameke wisa. Bi vê re temaşevanên Batmanê êvarê li werzîşgehê hatin ba hev û wan qaremanî pîroz kir. Batman Petrol Spor bi vê qaremanyê derbasî Lîga 2’yemîn bû. Sala bê Batman Petrol Spor dê di Lîga 2’yemîn a TFF’ê de bilîze.

AMED SPORÊ PEYAM BELAV KIR

Bi qaremaniya Batmanê re klûba Amed Sporê bi ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî re peyama pîrozbahiyê ji bo Batman Petrolê belav kir. Amed Sporê got em qaremaniya Batman Petrolê pîroz dikin û di Lîga 2’yemîn de jêre serkeftinê dixwazin.

Serepeyv