Nîsan 02, 2022 14:29 Asia/Tehran
  • Rahênerê tîma Brezîlê: Em ne di koma mirinê da ne jî di ya jiyanê da!

Tîteyê Rahênerê tîma fûtbala Brezîlê dibêje, piştî pişkekişandina Kupa Cîhanî ya Qeterê, tîma wî ku bûye hevkoma Sirbistan, Swîs û Kamêrûnê, ne di koma mirinê ne jî di koma jiyanê da ye.

Kupa Cîhanî ya Fûtbalê dê ji 21ê Mijdara 2022an bi mazûvaniya Qeterê û bi pêşbirka Qeter- Êkvadorê dest pê bibe.

Tîma neteweyî ya Fûtbala Brezîlê ku wek "Selecao" tê naskirin, di Kupa Cîhanî ya berê ya li Rûsiyê rastî her du tîmên Swîs û Sirbistanê bûbû; Vêca dema ku pişkeya wê roja Îniyê li Dohayê hat kişandin, tûşî hesteke weke hesta "deja vu"yê hat. Hesta mewqiyeke eynî weke ya roja îro ku pêştir tecrube kiriye.

Çaverêtî heye ku tîma Brezîlê wektîma yekem a rêzebendiya cîhanî, di koma G da ku Kamêrûnê jî digire ber xwe, bibe yekem.

Lê rahênerê vê tîmê dibêje: Ev kom anku Koma G ne koma mirinê ye ne jî koma jiyanê. Her tişt wek sala 2018an e. Tenha tiştê ku tuneye, Kosta Rîka ye.

Em qala Swîs û Sirbistanê dikin; Tîmên ku Îtalya û Portegal dane rawestandin. Her wiha Kamêrûna ku tîmeke pirr bihêz li Afrîqayê ye.

 

Serepeyv