Nîsan 02, 2022 10:27 Asia/Tehran
  • Will Smith ji akademiya fîlmê istîfa da û got:

Will Smith lîstikvanê Hollywood'ê ji Akademiya zanist û hunerên wêneyî ya Sînemaya Hollywood'ê istîfa da û got ku sîleya wî li Chris Rockê pêşkêşkar li ser dika merasima Oskara îsal "serhejîner, derdnak û bêhincet" bû.

Smith bi daxuyaniyekê ragihand: "Min xiyanet li pêbaweriya akademiyê kir. Min berendam û serketiyên din ji derfeta şahî bikin û ji bo karên xwe yên bêhempa bên xelatkirin û qedrgirtin, bêpar kirin. Dilê min şikestiye."

Wî got: Vêca ez ji endamtiya li Akademiya Zanist û Hunerên Wêneyî  isstîfa didim û hemû dûhatên ku taxima rêveberiyê guncav bibîne, dipejirînim."

Will Smith di merasima yekşemiya derbasbûyî ya Oskarê piştî ku Chris Rockê pêşkêşkar henekek derbarê şikl û bejna hevjîna Smith anî ziman, bi lez û pêngavên bilind çû ser dikê û sîleyek avête bin guhê Rockî.

Mijara istîfaya Smithî biryar e ku di civîna tê ya taxima rêveberiyê di 18ê Nîsana 2022an da were gotûbêjkirin.

 

 

Serepeyv