Adar 29, 2022 11:04 Asia/Tehran
  • Xelatên Oscar-2022 hatin belavkirin: CODA'yê xelata baştirîn fîlmê wergirt

94’emîn dora Xelatên Oscarê bi merasimekê hatin belavkirin. Fîlmê “Dune” bi girtina 6 xelatan mohra xwe li şevê da. Derhêner Jane Campion xelata Derhênera Herî Serketî girti. Bi vê yekê di dîroka Oscarê de bû sêyemîn jin ku vê xelatê digire.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ji bo belavkirina Xelatên Oscarê ên îsal li Dolby Teatre ya li Los  Angelesa Amerîkayê merasim hat lidarxistin. Di merasima ku pêşkêşvaniya wê Amy Schumer, Regina Hall û Wanda Sykes kir de fîlmê Dune'yê 6 xelat girtin. Çar xelatên mezin nebûn para tenha fîlmekî, çar fîlmên cuda ew wergirtin. “Coda”, “The Power of The Dog”, “The Eyes of Tammy Faye” û “King Richard” di van waran de bi ser ketin. Ji van “Coda” ji ber ku fîlmekî platforma dîjîtal e û Xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt di vî warî de bû yekem fîlmê dîjîtal ku vê xelatê werdigire, loma jî ket nav dîroka Oscarê.

Xelata Lîstikvana Herî Serketî Jessica Chastain, Xelata Lîstikvanê Herî Serketî jî Will Smith wergirt.

Va ne hemû xelatên hatin belavkirin:

- Fîlmê Herî Serketî: Coda (Derhêner Sian Heder)

- Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî: Drive My Car

- Derhênera Herî Serketî: Jane Campion (The Power of the Dog)

- Lîstikvana Herî Serketî: Jessica Chastain (Bi rola di The Eyes of Tammy Faye de)

- Lîstikvanê Herî Serketî: Will Smith (Bi rola di King Richard de)

- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Ariana DeBose (Bi rola di West Side Story de)

- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Troy Kotsur (Bi rola di Coda de)

- Senaryoya Herî Serketî: Coda

- Belgefîlmê Herî Serketî: Summer of Soul

- Anîmasyona Herî Serketî: Encanto

- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Greig Fraser (Dune)

- Senaryoya Orjînal ya Herî Serketî: Kenneth Branagh (Belfarst)

- Kurtefîlmê Herî Serketî: The Long Goodbye (Aneil Kraia, Riz Ahmet)

- Kurteanîmasyonê Herî Serketî: The Windshield Wiper (Derhêner Alberto Mielgo, Leo Sanchez)

- Sazkirina Kincan a Herî Serketî: Jenny Beavan (Cruella)

- Muzîkê Fîlm ê Herî Serketî: Hans Zimmer (Dure)

- Vesazkirina Herî Serketî: Joe Walker (Dune)

- Makyaj û parsazkirina Herî Serketî: Linda Dowds, Stephanie Ingram, Justin Raleigh (The Eyes of Tammy Faye)

- Strana Orjînal a Herî Serketî: Dan Romer, “No Time to Die” (No Time to Die)

- Efekta Herî Serketî: Dune

Produksiyona Herî Serketî: Patrice Vermette, Szuzsanna Sipos (Dune)

Serepeyv