Adar 28, 2022 15:19 Asia/Tehran
  •  Çiyayên bi berf ên Dêrsimê pêşwaziya wênehez û meşhezan dikin

Li Dêrsimê bi hatina biharê ra meşhez û wênehezan dest bi lidarxistina tûrên geştê kirin.

Bajarê ku di navbera çiyayên asê da dimîne, bi xwezaya xwe ya çavpêneketî va salê çar demsal ziyaretvanên ji bajarên nêzîk diezimîne.

Bajarê ku ji bo werzişên raftîng û kanoyê û her wiha çalakiyên paraşûta palê guncav e, van salên dawîn bi çalakiyên trekkîng (meş) û wênegiriyê va jî derdikeve pêş.

Meşhez û wênehezên ku bi tûrên heftane va ji parêzgehên nêzîk tên, bi rêberiya rêberên herêmî va hildikişin serê çiyayên Munzur, Mercan, Zel, Sulbus, Supurgeç û Sultan Baba.

Ziyaretvanên ku piştî meşên dijwar derdikevin serê çiyayên bi berf, di nava xwezayê da demên xweş diborînin û ji xwe ra wêneyan dikişînin.

Nûnerê Kuluba Çiyagerî û Werzişên Xwezayê ya Zîrweyê ya li Dêrsimê Îskender Dogan diyar kir, xwezaya Dêrsimê her demsal xweş û sipehî ye.

Dogan bal kişand ku gelek çiyayên li bajêr hê jî ne keşfkirî ne û wiha dewam kir:

"Ji bajarên mezin ên wekî Stenbol, Enqere, Îzmir û Antalyayê çiyager tên vir. Li erdnîgariya Dêrsimê em her hefte fealiyeta hilkişîna serê çiyayan dikin û bi vî awayî em hewl didin ku bedewiyên parêzgeha xwe bidin nasandin. Em li bendê ne ku hemû çiyagerên dost û hogir, bên vir û hilkişin serê van çiyayan."

Dogan bal kişand ku heger pirsgirêk dernekeve, ew ê bi ekîbeke 5 kesî va di Tîrmehê da li Çiyayên Munzurê rotayên hilkişîna bi zinaran va amade bikin."

Wênegir Malik Kaya jî destnîşan kir ku erdnîgariya Dêrsimê bala însanên ji welêt û dervayî welêt dikişîne.

Xwezahez Aysel Foxê jî diyar kir ku ew her sal ji Îngiltereyê tê welatê xwe Dêrsimê gerê û her wiha bi hilkişîna serê Çiyayê Supurgeşê va wê kêfa dîtina berf û tavê kir.

Serepeyv