Adar 28, 2022 11:49 Asia/Tehran
  • Kanadayê bi têkdana Camayîkayê dawî li dûrbûna xwe ya 36 ji Kupa Cîhanê ya Fûtbalê anî

Tîma neteweyî ya Fûtbala Kanadayê roja Yekşemiyê bi encama 4-0 ji Camayîkayê bir û bi vê serkeftinê bilêta Qeterê ji xwe ra xwedan kir û daawî li 36 salan hesreta dûrbûna ji Kupa Cîhanî anî.

Li gorî rapora Reuters'ê, Tevî ku Tîma neteweyî ya Fûtbala Kanadayê cejna hilkişiyana bo Kupa Cîhanî li dar xistiye, lê Mekzîk û Amerîka divê hema wisa li bendê bimînin da ku tevî serkeftina li hemberî hevrikên xwe hev rê gel Kosta Rîkayê, hêviyên xwe ji bo Kupa Cîhanî ya Qeterê zindî ragirin.

Ji pêşbirkên din ên Devera Konkakafê (CONCACAF) anku Amerîkaya Bakûr, tîma Amerîkayê ji Panamayê, tîma Mekzîkê ji Hindorasê û tîma Kosta Rîkayê jî j Elsalvadorê bir.

Kanada bo cara yekem sala 1986an derbasî Kupa Cîhanî ya Mekzîkê bû û tê da di her sê pêşbirkan da derda û nekarî tu gulekê bavêje.

 

 

Serepeyv