Adar 26, 2022 17:06 Asia/Tehran
  •   Li Stenbolê: Festîvala Fîlmên Kurdî deriyên xwe vekirin

Ji bo destpêkirina 2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî li Salona Navenda Çandê ya Cemil Candaş a Şaredariya Şîşliya Stenbolê merasimek li dar ket. Di merasimê de hemû xebatkar û amadekarên vê festîvalê wekî helwesta li dijî qedexeya dema Newrozê de kincên kurdî li xwe kirin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Festîvala Fîlmên Kurdî ji bo fîlmên kurdî bigihîne temaşevanan, ambargo û sansuran ji holê rake, ji bo deriyên nû ji bo berhemên sînemaya kurdî veke di sala 2019’an de yekemîn car hatibû lidarxistin lê ji ber pandemiyê navber dabûn. Niha cara diduyan li dar dikeve. Festîval ji aliyê Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê ve tê lidarxistin. Ji bo destpêkirina 2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî merasimek li dar ket. Pêşkêşkvaniya merasimê Sakîna Jîr û Taylan Kesanbilici bi kurdî û tirkî kir.

Di merasima ku eleqeyeke baş ji bo wê hebû de Hevserokên HDP’ê Pervin Buldan û Mithat Sancar, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevserokên HDP’ya Stenbolê Îlknur Bîrol û Ferhat Encu, jina Ahmet Kaya Gulten Kaya, nûnerên saziyên sivîl, dayikên aştiyê û bi sedan kesên din amade bûn.

Li ser navê komîteya amadekar Xezal Gultekîn û Taner Tan bi kurdî û tirkî sipasiya her kesî kir. Wan li ser festîvalê got “Hûn dê çîrokên kurdan bibînin, emê di festîvalê de fîlmên me, çîrokên me vebêjin” û banga beşdarî û temaşekirina fîlman kirin.

Dûre ji Navenda Çanda Aryen ya li Wanê Koma Aryen derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. Piştî konserê jî fîlmê destpêkirina festîvalê, fîlmê derhêner Amasî Mastirosyan ê bi navê “Kurdên Êzîdî” hat nîşandayîn. Fîlmê ku di sala 1933’yan de hatiye kişandin û li gundekî kurdên êzîdî derbas dibe li gor şertên wê demê ku hatiye kişandin bêdeng, bê diyalog û bê muzîk bû, lê Koma Aryen li pişt perdeyê bi herikîna fîlm re muzîkeke yekser/zindî pêşkêş kir. Bi vî awayî fîlmê serketî hê serketîtir bû û bi coş hat temaşekirin.

Wekî notek din a ji şevê: Hemû amadekar û xebatkarên festîvalê jin/mêr kincên kurdî li xwe kiribûn. Sedem jî ev bû: Di Newroza îsal a Amedê de polîsan nehiştin gelek kurdên ku kincên kurdî li xwe kiribûn herin qadê û Newrozê pîroz bikin. Polîsan kincên kurdî qedexe kiribûn. Îşev wan jî wekî helwest, hemûyan kincên kurdî li xwe kiribûn ku hem pêşkêşvanan hem jî endamên amadekar ev yek anîn ziman.

Festîvala Fîlmên Kurdî di navbera 24-29’ê mehê de li dar e. Fîlmên festîvalê li salonên Cinemajestik a li Kolana Îstîklala Beyogluya Stenbolê têne nîşandayîn. Li aliyê din di çarçoveya festîvalê roja 28’ê mehê li heman cihî dê forûmeke bi navê “Forûma Sînemaya Kurdî” jî li dar bikeve.

Serepeyv