'Welat' bû diyariya Newrozê ji bo zarokên kurd li Xorasanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332718-'welat'_bû_diyariya_newrozê_ji_bo_zarokên_kurd_li_xorasanê
Pirtûka helbestên kurmancî ya bi navê 'Welat' berhema Dr. Îsmaîl Husênpûr ji helbestvan û nivîskarên kurd li bakurê Xorasanê hat weşandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2022 07:34 Asia/Tehran
  • 'Welat' bû diyariya Newrozê ji bo zarokên kurd li Xorasanê

Pirtûka helbestên kurmancî ya bi navê 'Welat' berhema Dr. Îsmaîl Husênpûr ji helbestvan û nivîskarên kurd li bakurê Xorasanê hat weşandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Ev berhem 21 helbestên bi zimanê kurdiya kurmancî digire ber xwe û bi hejmara hezar hebî û di 47 rûpelan da ji aliyê Weşana Bîjen Yordê va hatiye weşandin.

Berhema Welat taybet koma 'C' ya zarokan e û tê da mijar û têgehine mîna fîdakarî, welathezî, xwebawerî, rastbêjî, sirrdarî û hezkirina xwezayê bi zimanekî xwerû hatine vegotin.

Hêjayî gotinê ye, ev berhem bi rênivîsa aramî hatiye weşandin.

Îsmaîl Husênpûr ji navçeya Tekmerana Şîrwanê li Bakurê Xorasanê û xwedan pileya doktorayê li Wêjeya Farisî ye û beriya vêya berhemên "Asiman bêsînor e" û "Diyar û Dutar" weşandine.