Adar 19, 2022 15:27 Asia/Tehran
  • Kevandarên îranî di pêşbirkên kupa asyayî da 2 zêr û 4 bronz wergirtin

Tîma Tîrhavêtina bi Kevanê ya Îranê di pêşbirkên kupa Asyayê da du mîdalên zêrê û 4 bronz wergirtin.

Li gorî rapora IRNAyê, Roja dawiyê ya pêşbirkên kupa asyayî li Taylendê hat şopandin û endamên Tîma Tîrhavêtina bi Kevanê ya Îranê çûn pêşberê hevrikên xwe.

Tîma Kamponda mîks a Îranê bi Gîsa Baybûrdî û Hisamedîn Koser di fînalê da bi encama 154-145 tîma Malezyayê têk da û mîdala zêr wergirt.

Muhemed Salih Palîzan di nfînala Kamponda mêran jî bi encama 145-126 ji hevrikê xwe yê hindî bir û zêr wergirt.

 

 

Serepeyv