Li Qamişloya Sûriyê festîvala wêje û hunera jinan hat sazkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332355-li_qamişloya_sûriyê_festîvala_wêje_û_hunera_jinan_hat_sazkirin
Li bajarê kurdî yê Qamişloyê li bakurê rojhilatê Sûriyê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 7emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinan li darxist. Di vê festîvalê de hejmareke jin ji hemû pêkhateyên herêmê beşdar bûn û têde şano, stranên cuda û govend hatin pêşkêşkirin, herweha tablo û karên destên jinan jî hatin nîşandan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2022 06:12 Asia/Tehran
  • Li Qamişloya Sûriyê festîvala wêje û hunera jinan hat sazkirin

Li bajarê kurdî yê Qamişloyê li bakurê rojhilatê Sûriyê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 7emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinan li darxist. Di vê festîvalê de hejmareke jin ji hemû pêkhateyên herêmê beşdar bûn û têde şano, stranên cuda û govend hatin pêşkêşkirin, herweha tablo û karên destên jinan jî hatin nîşandan.

Bi dirûşma "Jin kulîlka bihara çandê ye" Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê 7emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo yê bakurê rojhilatê Sûriyê saz kir.

Hejmarek jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê festîvalê de beşdar bûn.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen got, ew dixwazin di salên bê de gavên mestir bavêjin.

Mûzîk, helbest, tabloyên hunerî, karên destî û gelek hunerên din ên kelepûrî û folklorî yên jinên ji hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê festîvalê de hatin pêşkêşkirin.

Dîzaynera karên destî Rehma Teko got: “Em sê jin bi karê destî beşdar bûne, armanca me sepandina hebûna jinan ye. Jin berhemdar e xwediya fikreyê ye, em karê xwe nîşanî xelkê didin. Karê me derketiye derveyê navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê, karê me kelepûrî ye.”

Di dawiyê de hemû beşdar hatin xelatkirin, herwiha xelatên diravî bi ser 15 beşdarên ku di beşên wêje û hunerê de bi ser ketine hatin belavkirin.