Bakurê Sûriyê: Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332333-bakurê_sûriyê_li_tebqayê_pêşangeha_şêwekariyê_hat_lidarxistin
Bi diruşma "mohrên ji bîr nabin" Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê pêşangeheke şêwekariyê û karên destena vekir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2022 15:37 Asia/Tehran
  •  Bakurê Sûriyê: Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê hat lidarxistin

Bi diruşma "mohrên ji bîr nabin" Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê pêşangeheke şêwekariyê û karên destena vekir.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê bi çavdêriya 10 şêwekaran pêşangehek vekir. Di pêşangeha ku şênî, nûnerên saziyên sivîl û yên civakî amade bûn de, derdora 50 wêne, resmên ku li ser text hatin xêzkirin û hin karên destan ên ku ji morîk û tentene hatine çêkirin, hatin pêşandin.

Têkildarî armancên pêşangehê, wênesaz Sayil El-Sayil got armancên pêşangehên hunerî li herêmê gelek in, ji wan jî wêneyekî ji cîhanê re eşkere bikin ku hunermed û afrîner hene.