Sibat 22, 2022 19:36 Asia/Tehran
  •   Lîstika şanoyê ya li Diyarbekirê Kurdî tê lîstin wê bajarên din jî bê nîşandan

Lîstika şanoyê ya bi navê "Derî" ya di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê da Kurdî tê lîstin wê li bajarên din jî bê lîstin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ji bo çand û zimanên cuda xebatên xwe didomîne ku di vê çarçoveyê da bi navê "Derî" lîstikeke şanoyê hat amadekirin.

Derhênerê lîstikê Halîl Îbrahîm Kaçmaz, nivîskarê wê Umut Yilmazer e.

Lîstika ku Erdal Ayna û Ayşe Taylan dilîzin û bêpere tê nîşandan di 21ê Çileya Pêşîn a 2021ê da derket pêşberî temaşevanan.

Ev lîstik wê li Stenbol, Enqere, Îzmir, Edene, Şanliurfa û bajarên din ên mezin bê nîşandan.

Ji bilî vê lîstikê lîstekeke din a bi navê "Komedî Mola" ya bi Tirkî û Kurdî jî wê di 25ê sibatê da derkeve pêşberî temaşevanan ku provayên wê dewam dikin.

- "Mihrîcan lîstikê dixwazin"

Derhênera Hunerê ya Giştî ya Şanoyên Bajêr û Midûra Şaxa Şano û Sînemayê ya Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Handan Ekîciyê daxuyand ew xebatên bi ziman û çandên din didomînin.

Ekîciyê got ew bi Tirkî, Kurmancî, Zazakî, Suryankî û zimanên din xebatan dikin ku lîstika bi navê "Derî" jî ji wan yek e.

Ekîciyê anî ziman ji bilî "Derî"yê lîstekeke din a bi navê "Komedî Mola" ya bi Tirkî û Kurdî tê amadekirin jî wê di 25ê sibatê da derkeve pêşberî temaşevanan.

Ekîciyê got armanca vê lîstikê ew e ku rûyê însanan yên ji ber şewba koronayê demeke zehmet derbas kirin, bikenînin.

Ekîcî diyar kir ku şanoya Derî pir baş e û wiha dewam kir:

"Lewra wexta ku meriv lîstikeke bi zimanê dayika xwe temaşe dike, baştir tê fehmkirin. Ji ber vê yekê pir hat ecibandin. Ez dibînim ku em gihîştin armanca xwe, ev jî me kêfxweş dike. Rastiyeke wiha heye, dema ku meriv xwe îfade dike û qala xwe dike, heke bi zimanê xwe be meriv baştir fehm dike û baştir tê vegotin. Ji ber wê yekê divê em vê qadê dewlemendtir bikin. Ji aliyê hunerî va em wezîfeya xwe dikin. Di pêvajoya pêş da bi Kurmancî, Zazakî an jî bi zimanên din projeyên me jî hene."

Ekîcî daxuyand, piştî ku şanoyê dest pê kir ji Almanyayê daxwaz hatin, lê ji ber sedemên şewbê vê gavê hat taloqkirin û wiha dewam kir, "Lîstik ji bo festîvalan tê vexwandin. Ji bo ku lîstika Derî li cihên din jî were lîstin em planên turneyê dikin. Em bernameyan çêdikin ku li bajarên wekî Stenbol, Edene, Enqere, Mêrsîn, Şanliurfa û Îzmirê turneyan bikin. Bi taybetî em dixwazin li bajarên mezin were lîstin."

- "Em ji bertekên temaşevanan xweş in"

Derhênerê lîstikê Halîl Îbrahîm Kaçmaz jî diyar kir, provayên lîstika ku saetek û 20 deqîqe dewam dike, meh û nîvekê dewam kir.

Kaçmaz ji bo temaşavanan Kurdîbûna lîstikê girîng e û wiha dewam kir, "Ji ber ku mijara lîstikê li Diyarbekirê derbas dibe çîrok ji temaşevanan ra xerîb nayê. Em ji bertekên temaşevanan xweş in."

Lîstikvan Erdal Ayna jî got ku ew nêzî 17 salan e lîstikvaniya şano û sînemayê dike.

Ayna daxuyand, projeya Komedî Molayê ji skecên Kurdî û Tirkî pêk tê û niyeta wan heye ku di heyamên pêş da bi Zazakî û zimanên din da jî vê lîstikê bidin lîstin û wiha dewam kir:

"Ez dema rêveberiyê bi Kurdî dikim zêdetir hakimê lîstikê me. Kesekî bi vê çandê bizanibe wan dengên bilind dibin çêtir zane. Ji ber vê jî tiştê ez dixwazim bidim fehmkirin bi vî awayî hêsantir e. Ji bo dayîna wê peymanê ez zehmetiyê nakişînim û ne lazim e ku ji bo bidim fehmkirinê gelek pirtûkan bixwînim."

Ayna destnîşan kir ku dema qala Kurdî tê kirin ew dixwazin bila huner jî bê bîra mirovan û wiha domand: "Dema qala Kurdî tê kirin em dixwazin ku bila Kurdî bê bîra mirovan. Lazim e Kurdî jî bibe zimanê hunerê. Dema qala Diyarbekirê tê kirin em dixwazin bila bibêjin ku ew der cihekî wisa ye projeyên pirzimanî lê derdikevin û tên sepandin. Ji roja ez li vî bajarî me heya niha di projeyên ez çêdikim da dixwazim ev yek derbikeve pêş û gorî vê dixebitim. Ez di lîstikên xwe da vê yekê dikim."

- "Ez ne li şanoyê wekî li mala xwe me"

Deniz Şengula ji bo temaşekirina lîstika Derî hatibû got ku ew gelek caran çûye şanoyê lê cara ewil e ji bo yeka Kurdî tê û temaşe dike.

Şengulê destnîşan kir ku bi temaşekirina lîstika Kurdî kêfxweş bû û wiha domand: "Ez mîna li mala xwe bim. Ew tiştên di mala xwe da em ji hev ra dibêjin li ser dika şanoyê jî tên gotin û dema meriv vê dibîne kêfxweş dibe. Me gelek eciband û em ê hefteya pêş me dîsa werin."

Ji lîstikvanên beşa skeça Kurdî ya Komedî Molayê Şafîa Erbîlê jî got ku ji zarokatiya xwe vir va ew ji şanoyê hez dike û di dema zanîngehê da jî bi mijarê ra ji nêz va eleqedar bûye.

Erbîlê ragihand ku heta niha her tim di lîstikên Tirkî da leyîstiye û cara ewil e di lîstikeke şanoyê ya Kurdî da digel tecrubeya xwe ya di qada şanoyê da wê nû bileyîze û wiha dewam kir: "Di dema şanoyê da ez her dibînim tiştên di zarokatiya xwe da ez ji dapîra xwe hîn bûme tên ser zarê min. Gorî min divê teqez werin û temaşe bikin. Dema hûn temaşe bikin hûnê gelek kêfxweş bibin û têr bikenin."

Serepeyv