Çile 11, 2022 18:47 Asia/Tehran
  • Romana herî dirêj a farisî bi erebî hat wergerandin

Kilîder wek romana herî dirêj a farisî û duyemîn romana herî dirêj a cîhanê bi zimanê erebî hat wergerandin û çapkirin.

Muhemed Elî Azerşeb mamosteyê nasyar ê îranî yê ziman û edebiyata erebî di gotûbêja bi IRNAyê ra got: Li welatên erebî pêşwazî ji romanên hevçerx ên farisî tê kirin û di vî warî da Kilîdera Mehmûd Dewlet Abadî bi erebî hat wergerandin.

 

Kilîder destaneke hemasî derbarê jiyana malbateke kurd e ku li derdora Sebziwara Xorasanê dijî. Çîrok û bûyerên vê romanê li gorî rastiyê ne.

 

Serepeyv