Çile 02, 2022 15:56 Asia/Tehran
  •  Minîbûsa werzişvanên Êlihê wergeriya: 1 mirî, 16 birîndar

Li parêzgeha Amasyayê ya Tirkiyê minîbûsa ku ji parêzgeha Êlihê werzişvan hilgirtibûn wergeriya. Di bûyerê de Nûnerê Zoranbaziyê yê Êlihê û Rahênerê Klûba Sporê ya Petrolê ya Êlihê Îbrahîm Halîl Kay canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Rûdawê, Otomobîla bi şofêrtiya Murat Kizilkurt ku ji parêzgeha Êlihê ya Tirkiyê werzişvanên diçûn qehremaniya zoranbaziyê ya li Çoruma Tirkiyê hilgirtibûn, îro li nêzîkê gundê Çavuş ser rêya Amasya-Çorumê wergeriya.

Polîs, cendirme û tîmên tendirûstiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Di bûyerê de Nûnerê Zoranbaziyê yê Êlihê û Rahênerê Klûba Sporê ya Petrolê ya Êlihê Îbrahîm Halîl Kaycanê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sabuncuoglu Şerefeddin a Zanîngeha Amasyayê hatin veguhestin. Lê derbarê tendirûstiya birîndaran de ti zanyariyên din nehatine belavkirin, herwiha nasnameya kesê canê xwe ji dest daye û birîndaran jî nehatiye eşkere kirin.

 

 

Serepeyv