Kanûn 31, 2021 17:57 Asia/Tehran
  • Li Hindistanê, Peykerê Ronaldo bû sedema nîqaşê

Li Hindistanê, Peykerê Ronaldo bû sedema nîqaşê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Bêşik yek ji lîstikvanê navdar li dinyayê Cristiano Ronaldo ye. Heta niha peykerên Ronaldo hatibûn çêkirin lê niha li Hindistanê çêkirina peykerê wî bû sedema nîqaşê. Sedem jî ev e:

Peyker li Herêma Goa ya Hindistanê hatiye çêkirin û çikandin. Herêma Goa berê di bin dagirkeriya Portekîzê de bû. Peykerê ku li vir hatiye çêkirin 400 kîlo giran e. Peyker li bajarê Panajî hate çikandin ku ev bajar bajarê herî mezin ê vê eyaletê ye.

Komek bi alên reş hatin cihê peyker çikandin û çikandina peykerî şermezar kirin. Wan anî ziman ku çima ne peykerê yekî hîndî lê yekî portekîzî, bi ser de jî vî welatî bi sedan salan ev der dagir kiriye.

Wezîrê Eyaleta Goa Michael Lobo bi ser hesabê xwe yê twittirê re peyamek belav kir û çikandina peyker parast. Lobo got ku mirov dema qala fûtbolê dikin navê Cristiano Ronaldo tînin ziman, me jî xwest bi vê berê keç û xortan bidin sporê zû sporê bi wan bidin hezkirin.
 

Serepeyv