Kanûn 19, 2021 12:31 Asia/Tehran
  •   Lîga Super a Jinan a Tirkiyeyê: Jinên Amed Sporê bi 3 pûanan dest pê kirin

Pêşbirkên hefteya yekemîn ên Lîga Super a Jinan a Tirkiyeyê îro dest pê kirin. Tîma jinan a Amed Sporê li mala xwe Hatay bi 2-1 têk bir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê yekemîn car Lîga Super a Jinan dide dest pê kirin. Pêşbirkênn hefteya yekemîn jî hin jê duh bûn. Ji tîmên bajarên kurdan tîma jinan an Amed Sporê jî di lîgê de ye. Tîmê duh tîma jinan a Hatay kir mêvan û bi 2-1 bi ser ket.

Pêşbirk li Tesîsên Şehmus Ozer a Amed Sporê hat lîstin. Li gel ku baran dibarî jî hezkiriyên Amed Sporê lîstikvan bi tenê nehiştin û hatin temaşeyê. Lîstikvana Amed Sporê Ebru Dolu li ser navê tîma xwe du gol avêtin û Amed Sporê bi 3 pûanan dest bi lîgê kir.

 

 

Serepeyv