Mijdar 16, 2021 11:32 Asia/Tehran
  • Tîma Kamponda jinan a Îranê hilkişiya fînala pêşbirkên tîr û kevana qehremaniya Asyayê

Tîma Kamponda jinan a Îranê hilkişiya fînala pêşbirkên tîr û kevana qehremaniya Asyayê.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Pêşbirkên Tîr û kevanê yên qehremaniya Asyayê li Bengladêşê ji sibeha îro sêşemiyê hat şopandin û kevandarên Îranê di du beşên Rîkroya tîmî ya mêran û Lamponda tîmî ya jinan çûn pêşberî hevrikên xwe.

Tîma Kamponda jinan a Îranê ya pêkhatî ji Gîsa Baybûrdî, Rahile Farisî û Koser Xoşnûdîkiya di dora yekem a pêşbirkên yekalîker da çû pêşberî Bengladêşê û bi encama 227-226 bi ser ket û derbasî nîvfînalê bû.

Tîma Kamponda jinan a Îranê di nîvfînalê jî bi encama 227-220 ji Hindê bir û bû hevrika Koreya Başûr li fînalê.

 

Serepeyv