Dadwera Îranî di fînala Kupaya Basketbolê ya Asyayê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i330006-dadwera_Îranî_di_fînala_kupaya_basketbolê_ya_asyayê_de
Dadwera jin a navneteweyî ya Îranî dê li pêşbirkên basketbolê yên Kûpa B ya Asyayê ya sala 2021an li Urdinê dadweriya pêşbaziya dawî (fînalê) bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 13, 2021 15:59 Asia/Tehran
  • Dadwera Îranî di fînala Kupaya Basketbolê ya Asyayê de

Dadwera jin a navneteweyî ya Îranî dê li pêşbirkên basketbolê yên Kûpa B ya Asyayê ya sala 2021an li Urdinê dadweriya pêşbaziya dawî (fînalê) bike.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Semane Dêhqanî dadwera navneteweyî ya Îranê ji aliyê Konfederasyona Basketbolê ya Asyayê ve ji bo dadwerîkirina pêşbirkên basketbola jinan a Kûpaya Asyayê ya sala 2021`an hat vexwendin.

Dêhqanî îro dadweriya pêşbaziya fînalê ya di navbera tîmên neteweyî yên Lubnan û Urdinê de dike.

Wê berê di Kûpaya desteya  B ya Asyayê de dadweriya pêşbirkeyên tîmên Lubnan û Endonezyayê, Sûriye û Qazaxistanê û pêşbaziya Urdun û Endonezya kiriye